PeyamaKurd - Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbespiyê gel, ji ber bêdengiya wê ya li hember êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daketin ser rê û pêşî li zirîpoşên leşkerî yên dewriyeya hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girtin.
Jêderên Tirbespiyê ragihandin ku xelkê Tirbespiyê, ji bo riswakirina helwesta DYAyê ya bêxemiya li hemberî êrîşên artêşa Tirk, rêya dewriyaya zirîpoşên DYAyê girtine.
Her wiha jêderan dan zanîn ku hin kes ji xelkê ku rê girtine bi keviran jî êrîşê zirîpoşên DYAyê kirine.
Protestkarên Tirbespiyê dibêjin DYA bi saya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê tekoşînê dimeşîne lê di berdêla vê de ti sûdekê li gelê Rojavayê Kurdistanê nake.
Weke tê zanîn piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî santralên gaz û elektirîkê, demeke li Rojava gaz û elektrîk qut bûye.
Tê payîn ku li Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 900 leşkerên DYAyî hene bi alîkariya hêzên HSDê, li dijî DAIŞê şer dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin