Ji ber lehî û erdhezê 21 kes mirin

Ji ber lehî û erdhezê 21 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Brezîlya li eyaleta Sao Paulo yê piştî barana zêde lehî rabû û erdhez çêbû. Di encamê de 21 kes can dan û 9 kes birîndar bûn. Ji ber hez û lehiyê, gelek kes wenda ne û 600 malbat bê xanî mane.

Parêzgerê Sao Paulo yê Joao Doria, ragihand ku piştî ji hewa de lêkolîna herêmê kirine, wê 2,8 mîlyon dolar pere ji bo afetzadeyan bidin.

Li gor ragihandina rêvebiran heya niha 14 kes wenda ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin