PeyamaKurd – Berdevkê AK Partiyê Çelîk diyar kir, Wezîrê Darayî yê berê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Serokomar Erdogan ra hat cem hev û wiha got: "Mehmet Şîmşek siyaseta aktîf nafikire."
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda partiya xwe bi Mehmet Şîmşekê Wezîrê Darayî û Alîkarê Serokwezîr ê berê yê ku tê îdiakirin "pêşengiya aboriyê dike" li navenda partiya xwe hevdîtin kir.
Mehmet Şîmşek piştî hevdîtina ku li ser vexwendina Erdogan hat kirin daxuyanî neda.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê ziyaretê de li ber avahiya navendê agahî da.
Çelîk serdana Şîmşek a li Navenda Giştî ya AK Partiyê wek 'asayî' nirxand û got, “Niyeta wî nîne ku vegere siyaseta aktîf. Heger li ser siyaseteke aktîf bifikirîya, wê mekanîzmayên partiya me ji wî re vekirî bibûna. Lê diyar kir, ew amade ye piştgiriyê bide.”
Çelîk têkildarî muzakereyên îtifaqê jî wiha got: "Partiya Refahê dîsa ji ber hincetên cuda biryar da ku namzetan nîşan bide. Pêvajo bi vî rengî hat girtin, tifaq nayê wateya koalîsyonê. Tiştekî awarte nîne, her tişt di bin kontrolê de ye. Pêvajo hene. Pêvajoyên ku destpê nekiriye hene, ez ê agahiyan li ser hemûyan bidim we."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin