PeyamaKurd-Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû. Serokwezîr Barzanî dê li ser xurtkirina pêwendiyan bi Erdogan re civînekê li dar bixe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû serdana Tirkiyeyê û derbasî Stenbolê bû. Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan civînek bike. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, civîn li ser mijarên pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, guherîn û geşedanên Iraq û navçeyê tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin