Brîtanya: Ser hatiye ber derî, divê em jê re amade bin!

Brîtanya: Ser hatiye ber derî, divê em jê re amade bin!

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Brîtnayayê Ben Wallace got ku şer hatiye ber deriyê Brîtanyayê û hişyarî da ku ji bo her tiştî amade bin.

Ben Wallace di yekemîn salvegera şerê Ukraynayê de axivî û got, êdî dinya bûye devereke hîn xetertir û bêewle û bê îstiqrar.

Wallace di dewamê de diyar kir: "Şer di dawiya van deh salan de tê. Çi şerê sar çi yê germ divê em jê re amade bin. Pêwîste em budçeya berevaniyê hîn zêdetir bikin. Divê em ji bo tenê nîşandana hêza xwe be jî li kêleka hevpeymanên xwe amade bibin.”

Herwiha Wallace, di axaftina xwe de îdiayên şandina balafirên Typhoon ên şer bo Ukraynayê jî red kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin