PeyamaKurd – Li Binxetê li Girê Sipî di wexta ku alavekî leşkerî ya leşkerên Tirkiyê derbas dibû teqînekî çêbû û 3 leşkerên Tirkiyê yên di alavê de can dan. Li gor medya Tirkiyê; li qereqolekî deverê di wexta ku alav derbas dibû teqîn çêbû.
Ji bilî mirina 3 leşkeran, leşkerekî jî di bin enqazê de ma û birîndar bû. Ji bo leşkere birîndar derxin xebat dewam dike.
Hat ragihandin ku şiddeta teqînê zêdeye dîwarê ser sînor yê ku 2 metre firehiya wî ye, 3 metre betona bilind û li serê ji têlê asteng heye, roxiyaye. Tirkiye gelek leşkeran şandiye deverê û parêzgerê Rihayê Abdullah Erin çûye ciyê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin