Lavrov: Em ê muzakerereyan jî bikin operasyonê jî bidomînin!

Lavrov: Em ê muzakerereyan jî bikin operasyonê jî bidomînin!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê şerê ku li dijî Ûkraynayê dane destpêkirin de, daxuyanî dan.

Lavrov bal kişand ser danûstandinên heyetên Ûkrayna-Rûsyayê û got ku ew ji bo muzakereyan amade ne, lê ew dê operasyonên taybet ên leşkerî jî bidomînin, lewra ew nahêlin binesaziya Ûkraynayê ya ji bo Rûsyayê gef e bimîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di roja 8emîn a êrîşê de herwiha diyar kir ku ti guamana wan nîne jê ku ew dê çareseriyekê bibînin û li ser mijara gefên nukleerî jî welatên rojava tawanbar kir û got:

"Behsa îhtimala şerê nukleerî tê kirin. Lê ne em dibêjin, ne ku Rûsya yên Rojava di serê xwe de derbas dikin. Heger li hember me şerekî rastî dest pê bike, bila yên van plananan dikin bifikirin. Mirovên me yên ji bo şerekî nukleerî dîn bûne nînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin