PeyamaKurd – Hevjîna Îsmaîl Beşikçî civaknas û nivîskarê Tirk, Leman Beşikçî di 92 saliya xwe de xatir ji me xwest.
Leman Beşikçî ji bajarê Erziromê bû, beriya demekê nexweş ketibû û li nexweşxaneyeke Enqerê dihat dermankirin.
Biryar e sibê Çarşemê 14ê Nîsana 2021an cenazeyê hevjîna Îsmaîl Beşikçî, li Enqerê bê veşartin.
Îsmaîl Beşikçî di nava Kurdan de navekî naskirî ye û ji ber xebat û çalakiyên xwe yên derbarê Kurdan de, weke dostê gelê Kurd tê naskirin. Herwiha ji ber çalakî û lêkolînên xwe yên derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê, Beşikçî 17 sal di girtîgehê de derbas kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin