Hin welatên din jî nûnertiyên xwe li Kurdistanê vedikin

Hin welatên din jî nûnertiyên xwe li Kurdistanê vedikin

PeyamaKurd - Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî got, çend welatên din jî dê nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

Sefîn Dizeyî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê 40 konsulxane, nûnertî û saziyên navdewletî hene û got, çend welatên din jî amadehiya xwe nîşan dane nûnertiya xwe li Kurdistanê vekin. Doh jî konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê bi fermî hat vekirin.

 Serokê fermangeha pêwendiyên derve da zanîn, yek ji planên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê, pêşxistina pêwendiyên derve û dîplomatîk e û wiha pê de çû:

“Ji bilî pêşxistina pêwendiyên siyasî û dîplomatîk, hikûmet dixwaze bi rêya fermangeha pêwendiyên derve pêwendiyên aborî bi welatên biyanî re pêş bixe û daxwaz ji welatan û kompaniyên biyanî bike li Kurdistanê kar bikin û projeyan pêş bixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin