Nêçîrvan Barzanî: “PDK ji bo deskeftiyên Kurdan biparêze, diçe Bexdayê”

Nêçîrvan Barzanî: “PDK ji bo deskeftiyên Kurdan biparêze, diçe Bexdayê”

PeyamaKurd – Cîgirê serokê PDK ê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartina di hefteya pêşiya me de bê kirin girînge û weha got:

“PDK ji bo destkeftiyên Kurdan bixe bin garantiyê diçe Bexdayê. Ji bo destkeftiyan zêde bike, diçe.”

Nêçîrvan Barzanî tevlî bernama hilbijartinê ya PDK ê ya Şêxan û Akreyê bû û bang li terefdarên partiyê kir. Barzanî got ku diviya berê ev hatibûya kirin lê ji ber zêdebîna pandemiyê nikaribûn bikrana û ji bo kesên ku di ji ber nexweşînê canê xwe dane ji Xwedê rehmetê û ji nexweşan re şîfayê xwest.

Barzanî balê kişand ser hilbijartina di 10 ê cotmehê de û got ku hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê pir girînge û ragihand ku wê hilbijartin deriyekî nû li ber Herêma Kurdistanê veke.

Barzanî ragihand ku Şêxan kelehekî berxwedanê ya girînge û di Şoreşa Gulanê de rola sereke girtiye ser xwe û Kurdên Êzîdî nûnerên gelek baş yên pêkvejiyanê ne. Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe weha dewam kir:

“Şoreşên berya Şoreşa êlûnê bi herêmekî sînordar mane lê şoreşa di bin serpereştiya Mele Mistefa Barzanî li temamê Kurdistanê, ji Zaxo heya Xaneqînê di bin serpereştiya yek kesî, di bin yek alekî de, dext bi şoreşê kirine û peymana 11 ê adarê bi serpereştiya PDK ê hat îmzekirin.

Piştî raperîna mezin di sala 1992 an de PDK partiya yekeme pêşniyar kir ku divê pirsgirêka Kurdistanê bi hilbijartin û demokrasiyê çareser bibe û ew şeref ya PDK ê ye. Eger em ya rast bêjin; bingeha demokrasiyê li Kurdistanê bi pêşniyariya PDK ê hat kirin.

PDK, piştî pêvajoya 2003 yan rolekî berbiçav girt ser xwe. Helbet makezagona sala 2005 an ya Iraqê, temamê daxwazên xelkê me bicîh nayne lê piştî destkeftiyên bi peymana 11 ê adarê ya sala 1970 yan yek ji destkeftinekî herî mezine.

Heya niha xalên ku di destûra Iraqê de ne, nehatine bicîhanîn ku yek ji wan xala 140 ê ye û Şêxan yek ji wan deveraye ku di nav wê xalê de ye. Heya niha jî bi fermî venegerandine ser Kurdistanê.

Em girîngiyê didin hilbijartinan. Baş tê bîra me. Di hilbijartinên berê de ji bo PDK ê bixînin, planên ciddî dihatin kirin. Ev plan çawa xera bû? Wexta piraniya xelkê destekê da PDK ê. PDK bi serbilindî dageriya Bexdayê. Ji ber xelk destekê dida PDK ê.

PDK û Kurdînî bi hevre girêdayiye. Em ne partiyekî xwediyê çarçoveyekî tengin. PDK oldar û laîkan di bin yek sîwanê de aniye cem hev, xwediyên fikrên cuda aniye ba hev. PDK ji bo destkeftiyên Kurdan bixe bin garantiyê, diçe Bexdayê. Ji bo destkeftiyan zêde bike, diçe. Lewra hibijartin gelkî girîng e. Dixwazim dengdar tev herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin