Kolberekî Kurd ji bo neyê girtin xwe avêt nav çem û xeniqî

Kolberekî Kurd ji bo neyê girtin xwe avêt nav çem û xeniqî

PeyamaKurd – Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêr (9êvê mehê) li deverên sînorî, pasdarên Îranê kemîn danîbûn pêşiya komek kolberên Kurd û kolberekî Kurd ji bo neyê girtin, xwe avêt nav çem û xeniqî.

Li gorî agahiyan, piraniya kolberan karîn xwe rizgar bikin, lê kolberek bi navê Ferzad Cebarî (30 salî) ji bo ku neyê girtin, xwe li çemê Binarê da lê nekarî rizgar bibe û li ber avê çû û can da.

Ferzad Cebarî xelkê gundê Mensûrava li devera Mirgever ya Ormiyê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin