PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dosyeyên 2 hezar û 424 pêşmergeyên xanenişînkirî derbasî ser Wezareta Darayî ya Kurdistanê hatiye kirin.
Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê ya hikûmeta Kurdistanê Ebdulhekîm Xosrew ragihandiye, di çarçoveya bicihanîna qanûna çaksazî û pakkirina lîsta xanenişînan, dosyeyên 2 hezar û 424 pêşmergeyên xanenişînkirî ku li ser wezareta Pêşmerge bû, derbasî ser wezareta darayî hat kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hatibû ragihandin ku wê mûçeyê zêdetirî 2 hezar pêşmergeyên xanenişînkirî derbasî ser fermangeha wan bibin û li gorî navçeyên xwe bi ser bankan de bên dabeşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin