SOHRê bîlançoya 2021ê ya tawan û binpêkirinên li Efrînê eskere kir: Zêdetirî 1200...

SOHRê bîlançoya 2021ê ya tawan û binpêkirinên li Efrînê eskere kir: Zêdetirî 1200...

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bîlançoya tawan û binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2021ê de li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve pêk hatine eşkere kir.

Li gorî rapora SOHRê di sala 2021ê de zêdetirî 1200 tawan û binpêkirin hatine kirin.

Di 20 Çileya 2018an de artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn hatibû dagirkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetirî hezar welatî şehîd û birîndar bûn, zêdetirî 350 hezar kes jî bi neçarî derbider bûn. Piştî 3 salan ji dagirkirinê, hîn jî tawan û binpêkirinên mirovî berdewam dikin.

Ji Adara 2018an ve, bê navber tawan û binpêkirinên mafên mirovan ên wekî; revandin û kuştina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şewitandin û hilkirina darên zeytûnan û meyweyên din, têkdana şûnwaran, cihên dîrokî û mezarên Êzidiyan û guhartina demografiya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ve pêk hatine.

Li gorî rapora SOHRê ya sala 2021ê tawan û binpêkirinên li Efrînê pêk hatine wiha ne:

- 129 kes di encama şer û pevçûnên çekdaran xwe bi xwe de, topbaran û teqînan de hatine kuştin, ji wan 66 kesên sivîl (ji nava wan 13 zarok û 15 jin) in û 63 çekdar in.

- 25 teqîn hatine kirin.

- 26 caran şer û pevçûn di navbera komên çekdar bi xwe de derketiye.

- 726 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

- 168 xanî û dikan ji aliyê komên çekdar ve hatine desteserkirin.

- 113 zeviyên çandiniyê ji aliyê komên çekdar ve hatiye desteserkirin.

- 78 xaniyên koçberên Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatine firotin.

- 106 proseyên “ferzkirina bacan” ji aliyê komên çekdar ve hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin