Cotyar Adil: Baregeha MOSSADê li Kurdistanê tuneye

Cotyar Adil: Baregeha MOSSADê li Kurdistanê tuneye

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, tu baregeheke MOSSADa Îsraîl li Kurdistanê tuneye, da ku rastî êrîşê were.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê da zanîn, çend saziyên medyayî yên herêmî belav kirine ku qaşo baregeheka dezgeha îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) li Herêma Kurdistanê rastî êrîşê hatiye û çend karmendên wan jî hatine kuştin û birîndar bûn.

Herwiha Cotyar Adil destnîşan kiriye, ser û binê van nûçe û raportan derew e, çimkî tu baregeheka MOSSADê li Kurdistanê tuneye da ku rastî êrîşê were. Jixwe berê jî çend caran tohmetên bi wî rengî arasteyî Kurdistanê hatibûn kirin û wê çaxê hatibûn redkirin.

Berdevkê Hikûmetê eşkere kiriye, armanca wan tohmetên vala, komplo ye li dijî Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin