Ji bo Ûkraynayê 6,1 mîlyar Ewro pere civandin

Ji bo Ûkraynayê 6,1 mîlyar Ewro pere civandin

PeyamaKurd – Polonya û Îsweçê li payîtexta Polonyayê li Varşovayê konferansekî lidar xistin û ji bo Ûkraynayê 6.1 mîlyar Ewro pere civandin. Di konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê seroka Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen de hat kirin û Leyen weha got:

“Em wek komisyona Awrûpa ya YA yê ji bo xelkê ji Ûkraynayê ji ser axa xwe derketine 200 mîlyon Ewro alîkariyê didin. Ji ber wê jî em dilxweşin. Helbet wê destekên me dewam bikin. Wê beşdarvanên din jî ji bo Ûkraynayê alîkarî bikin. Eger ev pere bi awayekî rast bê bikaranîn, wê tenê bi reformên nû, Ûkrayna bê avakirin lê wê rêya Yekîtiya Awrûpayê jê re vebe. Bijî Ûkrayna!”

Serokê Ûkraynayê Zelenskiy bi rêya video konferansê tevlî konferansê bû û weha got:

“Ev civînên weha nîşan didin ku Ûkrayna, Awrûpa di rêya hevkar ya serkeftinê de ye. Welatê me di rewşekî baştir de ye. Qi’ta bûn yek, bi mîlyonan mirov destekê didin me.”

Serokwezîrê Slovakyayê Eduard Heger di axaftina xwe de weha got:

“Eger em bi Ûkrayna re alîkariyê nekin, em e bi xwîna xwe bidin. Ji bo pêdivî bi vêya tinebe, em destekê didin Ûkraynayê. Ciyê dilxweşiyê ye ku dinya demokratîk vêya fêm dike. Em ê berdewamî desteka sîlih, muhîmmat û alîkariya mirovî bidin Ûkraynayê. Em wek Slovakya endamtiya Ûkraynayê ku ji bo YA yê hatiye amadekirin, tam destek dikin.”

Di konferansê de Îsweç 21,7 milyon euro, Çekya 18 milyon euro, Fînlandiya 18 milyon euro, Hırvatistan û İzlanda 2 milyon euro, Gürcistan 7 milyon euro pere bexşand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin