Ji bo 8 bajarên bakur hisyariya berfê

Ji bo 8 bajarên bakur hisyariya berfê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê li parêzgehên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde dibare.

Dezgeha Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 8 bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya zedebarina berfê û ji bo hin bajaran jî hişyariya zêdebarîna baranê da.

Dezgeha Keşnasiyê ragihand ku wê îro li parêzgehên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê berf pir bibare.

Li gorî pêşbîniyên dezgehê wê barîna berf heya êvara yekşemê bidome.

Dezgeha Keşnasiyê herwiha da zanîn ku wê li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn û Dîlokê jî baraneke gur bibare.

Dezgehê her wiha ji welatiyan daxwaz kir, ji bo egera pêkatina lehiyê û astengiyên çûnûhatinê tedarekên xwe yên pêwîst bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin