PeyamaKurd – Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sarea ragihand ku Hûsî di ser Derya Sor de gelek fuzeyan avêtine Îsraîlê û bi İHAyan jî êrîşan birine ser Îsraîlê. Ragihandina Hûsiyan kete pey daxwuyaniya artêşa Îsraîlê ku ragihandibû ji Derya Sor fuzekî şandine Îsraîlê û li hewa îmha kirine.
Sarea, got ku fuzeya li Derya Sor hat îmhakirin, di nava operasyona sêyem ya ser Îsraîlê bû û dê dewama wê were. Sarea, her weha got ku heya Îsraîl êrîşê ser Xezzayê bike dê operasyonên weha yên taybet dewam bikin.
Hêzên deryayê yên Amerîkayê jî berê ragihandibû ku li Derya Sor fuze û İHAyan îmha kiriye.
Berdevkê çapemeniya Pentagonê tûxgeneral Pat Ryder di 19ê Cotmehê de ragihandibû ku li Derya Sor destroyera USS Carney ya Amerîkayê 3 fuze û 8 balafirên bêmirov yên ji Yemenê avêtine, li hewa îmha kirine û ji ber ji Derya Sor ber bi bakûr de diçûn, nîşan dida ku ber bi Îsraîlê de hatiye avêtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin