PeyamaKurd – Li taxa Xiwêran a Hesekê, di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û şaneyeke DAIŞê de şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecihî, îro Şemiyê, di dema ku hêzên Asayişê xebata paqijkirina taxa Xwêran li başûrê bajarê Hesekê birêve dibir, şaneyeke çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Asayişê kirin.
Li gor heman çavkaniyan, ew şaneya DAIŞê ji 5 çekdaran pêk dihat û di encama şer de, çekdarek ji wan hat kuştin.
Çavkaniyên xwecihî herwiha eşkere kirin, ew pevçûn li nêzîkî dibistana Fatîme el-Zehraa ya li nav taxa Xwêran derketin.
Ev operasyona hêzên Asayişê, di berdewamiya paqijkirina her du taxên Xiwêran û Zihûr ên bajarê Hesekê de tê pêkanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin