PeyamaKurd - Li Battalgaziya girêdêyî bajarê Meletiyê du trênên barhilgir li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Kemerkoprû ya navçeya Battalgaziya ser bie Meletiya Bakurê Kurdistanê ve, du trênên barhilgir li hev qelibîn û li gorî agahiyên destpêkê, di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku piştî qezayê, tîmên tenduristiyê kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Ji hêla din ve, hat aşkerekirin ku lêkolîn û lênerîn derbarê qezayê de didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin