Misirê êrîsên Tirkiyê sermezar kir

Misirê êrîsên Tirkiyê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Misirê li ser êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Iraq-Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got ku kiryarên dijminatî berdewama rêzebinpêkirinên domdar li ser Iraqê ne, ew jî qanûn û rêzikên navneteweyî bi tevahî binpê dikin.

Wezaretê şermezarî da Tirkiyê û diyar kir, ew destwerdanên li dijî serweriya dewleteke Ereb red dikin, ji ber ku dibe sedema nearamiyê li herêmê.

Misrê herwiha bang li hemû aliyan kir ku li hember serweriya Iraqê rêzdar bin û xwe ragirin, ji ber çi şer rû bide dê ne di xizmeta hikum û gelê Iraqê de be.

Wezareta Derve ya Iraqê jî doh cara duyemîn balyozê Tirkiyê yê li Iraqê vexwendibû û nivîsa protesto û şermezarkirina êrîşan radestî wî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin