Antony Blinken: “Newroz pîroz!”

Antony Blinken: “Newroz pîroz!”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi sedema hatina cejna Newrozê peyamekî bi nivîskî û bi vîdeoyê re belav kir. Blinken di peyama xwe de got:

“Newroza ku hilata ji nû de û nûhbûnê temsîl dike, bila bibe wesîleya rojên xweştir.”

Blinken di videoya xwe ya ku belav kir de jî weha got:

“Li ser navê wezareta karên derve ya Amerîkayê ji xelkê Îranê heya Awrûpayê, ji Qafqasyayê heya Asya navîn û başûr, li her derê dinyayê cejna Newroza herkesî pîroz dikim.

Newroza ku mohra xwe li roja yekê ya baharê dixe, civîna bi malbat û dostan re, xweşiya xwarin û îkramên ku şîrîniya jiyanêye û bendewariya bereketan derfetekî baş e. Bi sedema pandemiyê pirsgirêka ku mirov nikare were cem hev, pirsgirêka me hemûyane.

Newroza ku hilata ji nû de û nûhbûnê temsîl dike, bila bibe wesîleya rojên xweştir.

Newroz pîroz!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin