PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rudawê ve hatin ragihandin, ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatiye diyarkirin ku di navbera çekdarên 2 grûpan de pevçûn giran bûye û şer ber bi Efrînê ve diçe.
Di agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku piştî çekdarên Tehrîr el-Şamê, gundê Kurzêlê kirine bin kontrola xwe, niha jî nêzîkî Efrînê bûne û şer jî ber bi wê hêlê ve diçe.
Her wiha hat zanîn ku li aliyê din jî şerê grûpên Cebhe El-Şamiye û Firqeya Hemze ji Babê gihîştine Efrînê. Heman çavkaniyên herêmî ragihandine ku duh piştî nîvro di navbera herdu grûpan de li gundê Basûtê yê nahyeya Şêrawa û gundên Bablît û Tilfe yên nahyeya Cindirêsê pevçûn derketiye û di vê pevçûnê de çekên giran hatine bikaranîn.
Li ser wendahiyên van pevçûnan jî hat ragihandin ku li gundê Basûtê, 2 çekdarên Firqeya Hemze hatine kuştin.
Di agahiyên hatine parvekirin de hat diyarkirin ku Desteya Tehrîr el-Şam a Cebhet el-Nusre ya berê jî deriyê Xezawiye yê nahyeya Şêrawa ya navbera Efrîn û Idlibê girtiye û hêzeke zêde şandiye wê navçeya navborî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin