PeyamaKurd – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û ambulansek li hev qelibîn û di encama bûyerê de, her du şofêr û 6 kesên di otombîl û ambulansê de birîndar bûn.
Li navenda Sêrtê, li Kolana Abdurrahman Kavak otombîla şofêrê wê Bayram Olgaç û ambulansa şofêrê wê Agit Şengul li hev dan û tevî wan, 8 kes birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin