PeyamaKurd – Bombebarankirina Moskowê piştî êrîşa balafira bêmirov a Ukraynayê (UAV) li ser tankereke Rûsî li nêzîkî Kirimê li Deryaya Reş derengiya Înê pêk hat.
Rûsya roja Yekşemê êrîş bir ser hin deverên Ukraynayê û herî kêm 6 kes kuştin. Ukraynayê ragihand, Moskowê 70 mûşek û balafirên bêmirov avêtine.
Li gorî Alîkarê Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Khmelnytskî ya Ukraynayê Serhiy Tyurin, 3 pêlên mûşekên ku ji balafiran li ser Behra Xezerê hatin avêtin, li herêma Starokostiantyniv bariyan û di encamê de gelek avahî xisar dîtin û depoyek jî şewitî.
Karbidestan got, dibe ku êrîşê balafirgeha bajêr kiribe armanc.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku li herêma Zaporozhye jî êrîşî tesîsên hilberînerê motorên balafiran Motor Sich kirin.
Bombebarana Moskowayê piştî wê yekê hat ku Ukraynayê derengiya Îniyê êrîşek bi dron li ser tankereke rûsî li nêzîkî Kirimê li Deryaya Reş pêk anî. Di heman rojê de di saetên serê sibehê de Ukrayna jî bi balafirên bêpîlot li bendereke girîng a Rûsyayê xist.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bûyera ku Ukraynayê wekî "êrîşa terorîstî" ya li dijî keştiyeke sivîl bi nav kir, şermezar kir.
Zaxarova got, "Tu hincet ji kiryarên bi vî rengî yên hovane re nabe, ew ê bêbersiv nemînin, nivîskar û sûcdarên wan bêguman dê werin cezakirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin