PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê, êrîşeke dijwar birin ser gundewarên navçeya Til Temir û şerekî dijwar rû daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê di encama êrîşên berêvarê yên artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê can dane ku şer û pevçûn jî berdewam in.
Bajaroka Til Temir dikeve başûrê Girê Spî û navbera bajarê Kobanê ku dema Tirkiyê êrîşa 9ê Cotmeha 2019an bi ser Rojavayê Kurdistanê de da destpêkirin dixwest wê bajarokê jî dagir bike.
Li gorî rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê ya ragihandina agirbestê, diviyabû artêşa Tirkiyê berê xwe nede herêmên Til Temir û Kobaniyê, lê piştî vekişîna Amerîkayê ji herêmê û gurbûna şerê Idlibê, artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ji nû ve êrîşên xwe yên dagirkirina herêmên Rojava zêde kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin