Hîzbûllahê li fabrîka leskerî ya Îsraîlê xist

Hîzbûllahê li fabrîka leskerî ya Îsraîlê xist

PeyamaKurd – Hîzbûllah a Lubnanê ragihand ku êrîşê birine ser hêzên artêşa Îsraîlê û li fabrîkeyekî leşkerî ya Îsraîlê xistine. Piştî êrîşa ser fabrîkê ji fabrîkê dûman derketiye.

Hîzbûllahê got ku fabrîka hilberîna alavên leşkerî ya Îsraîlê ya Rafaelê ya li devera Şlomiyê bi fuzeyan lê xistine û piştî êrîşê ji fabrîkê dûman derketiye.

Di daxwuyaniya Hîzbûllahê de hat gotin ku bi fuzeyên Katyuşayê li noqta leşkerî ya li Beyt el-Xelilê xistine û li jîngeha Avivimê leşkerên Îsraîlê ku di malekî de diman, bi fuzeyên kontrolkirî li xanî xistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin