Nêçîrvan Barzanî: Rêzgirtina li zanayan, rêzgirtina li dîrok û nasnameyê ye

Nêçîrvan Barzanî: Rêzgirtina li zanayan, rêzgirtina li dîrok û nasnameyê ye

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî merasîma xelatkirina Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Berlînê ya li Hewlêrê Diktor Feryad Fazil bû.

Nêçîrvan Barzanî, di merasîma ku îro ji aliyê Zanîngeha Selahedîn, Akademiya Kurdî û Parêzgariya Hewlêrê ve hat pergalkirin de axaftinek kir û da zanîn ku rêzgirtina li her zanayekî, rêzgirtina li nasname û dîrokê ye.

Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe de got, “Gelê Kurd, li navxwe û derveyî welêt xwedî çendîn bîrewer û zana ye ku hemû jî samana neteweyî pêk tînin. Divê em di asta parastina ziman, çand û hunera Kurdî de bin. Divê pergala perwerdehiyê ya li Kurdistanê, di astekê de be ku bersivê bide pirsên demê û deriyê bîrewerî û afirîneriya xwendekaran veke.”

Her wiha Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de cih da berhemên Diktor Feryad Fazil û da zanîn ku wî gelek xizmet ji dîrok û wêjeya Kurdî re kiriye û diyar kir ku wî Feryad Fazil, 44 pirtûk diyariyê perwerdehiya Kurdî kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin