ROJEV | Li dijî HDP û kurdî bêtehemulî: Afîsên kurdî hatin daxistin

ROJEV | Li dijî HDP û kurdî bêtehemulî: Afîsên kurdî hatin daxistin

PeyamaKurd – Her ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibe zext û fişarên li ser gelê kurd jî zêde dibin. Li bajarê Şirnexê bi awayekî ne hiqûqî polîs û zabîteyan bilboardên bangeşeya hilbijartinê yên HDPê daxistin.

Li Taxa Yeşilyurt a bajarê Şirnexê yê bakurê Kurdistanê bi awayekî ne hiqûqî polîs û zabîteyan bilboardên bangeşeya hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxistin.

Şırnak’ta bulunan bilboardlardaki afişlerimiz, Polisler eşliğinde gelen zabıtalar tarafından hukuksuz bir sekilde söküldü. 31 Mart gecesi bu halk sizi hakettiğiniz yere gönderecek✌️#BerxwedanJiyane pic.twitter.com/O9Sg12jBEo

— Hüseyin Kaçmaz (@avhuseyinkacmaz) 7 Mart 2019

 

Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin da dihê xuyakirin ku biloboardên kurdî hatine daxistin lê dest nedane yên tirkî.

Parlementerê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Afîşên me yên bangeşeyê ji aliyê zabîte û polîsên Tirkîyê ve bi awayekî ne qanûnî hatin daxistin. Şeva 31ê Adarê ev gel dê we bişîne wî cihê ku heq dikin.”

Ji aliyê din vê hat îdiakirin ku li seranserê Şirnexê û hinek bajarên din ên kurdan di bin siya wesayîtên zirxî da afîşên kurdî hatin daxistin

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin