PeyamaKurd - Tê ragihandin ku Partiya Karkerên Kurdistanê hejmarek çekdarên xwe li sînorê Germiyanê kom dike û cilûbergên zêrevanên sînor li xwe dikin.
Li gor nûçeya BasNewsê zêdetir ji 100 çekdarên PKKê li navçeya Xornewezan a sînorê bajarokê Xurmatû ya devera Germiyanê hatine bicihkirin û heta niha nayê zanîn armanca wê hêzê çiye?
Berpirsê navçeya Kifrî yê PDKê Sebah Mihemed li ser mijarê got, ‘’100 bo 200 kes dibin û cilûbergên zêrevanên sînor li ber wan e.’’
Sebah Mihemed da zanîn, dawiya heftiya borî wê hêzê rêgirî li hindek xelkê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin