Davutoglu: “Halepçe navê êsa dil e”

Davutoglu: “Halepçe navê êsa dil e”

PeyamaKurd – Serokê giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davutoğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li ser salvegera komkujiya Helebçe peyamekî belav kir. Davutoğlu di peyama xwe de got:

“Halepçe navê êşa dil e. Di her wexta ez difikirim ku ew zarokên bêguneh ku ber bi bêhna sêvê de bazdidan lê nizanibûn ku bêhna xaza kîmyewiye, dema ez wan bedenên bêrih yên birayên me yên Kurd difikirim, dilê min dişewite. Ez, wan birayên me yên li Helebçe canê xwe dan, wan bi rehmet bibîrtînim.”

Ahmet Davutoğlu di ser hesabê xwe yê Twitterê de bi sedema 35em salvegera komkujiya bi çekên kîmyewî ya li Helebçe parvekirina xwe kir.

Di 16 ê meha adarê de di sala 1988an de di rojekî weka îro de rejîma Iraqê ya Saddam Huseyin bi çekên kîmyewî Helebçe ya Herêma Kurdistanê bombebaran kiribû û di encamê de li dor 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî kuştibû û 5 hezar jî birîndar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin