Soygû: Hikumdariya Amerîkayê di paserojê de ma

Soygû: Hikumdariya Amerîkayê di paserojê de ma

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, di 10emîn Konferansa Ewlehiyê ya Moskowê de, di derbarê mijarên rojevê de axivî û diyar kir ku hikumdariya Amerîkayê di paşerojê de maye.

Şoygû li ser şerê berdewam ê di navbera Rûsya û Ûkrayna de axivî û got, welatên Rojava piştgiriya leşkerî didin Ûkraynayê û berdewam kir: “Operasyonên leşkerî yên Ûkraynayê li Washington û Londrayê tê plankirin. Ji bo êrîşê ne tenê koordînatên di hedefê de ji aliyê îstîxparata Rojavayî tên dayîn, herwiha ev dane di bin kontrola pisporên Rojavayî de tên dayîn.

Şoygû eşkere kir: “ Brîtanya sponsorê sereke yê birêveberiya Ûkraynayê ye. Hedefên ji aliyê Rêveberiya Rûs ve hatine diyarkirin, wê bên bidestxistin.”

Di berdewamiyê de Şoygû li ser îhtîmala bi kar anîna çeka nukleerê li Ûkraynayê axivî û destnîşan kir: “Ji bo gihîştina hedefên leşkerî, hewcedarî bi bikaranîna çeka nukleerê tune ye.”

Herî dawî Şoygû diyar kir: Hikumdariya Amerîka û muttefîkên wê, di paşerojê de ma. Operasyona leşkerî ya li Ûkrayna ku di 24ê Sibatê de hat destpêkirin, nîşaneya bidawîhatina dinyaya yekalî ye. Îro piralîbûna dinyê, rastiyek e. Aliyên dinyê eşkere hat diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin