YNK û PDK li Silêmaniyê di civînê de ne

YNK û PDK li Silêmaniyê di civînê de ne

PeyamaKurd - Li Silêmaniyê civîna polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) birêve diçe.

Civîna îro 4ê Sibatê yekemîn civîna polîtburoyên PDK û YNKê ya di sala 2024an de ye ku piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê tê lidarxistin.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazel Mîranî serokatiya şanda partiya xwe dike û Serokê YNKê Bafil Talebanî jî serokatiya şanda YNKê dike.

Hate ragihandin ku mijarên civîna îro ya YNK û PDKê, avakirina rêveberiyên xwecihî yên parêzgehan bi taybet li Kerkûk û Nînowayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin