PeyamaKurd - Birleşmiş Milletler (BM), Rusya'nın 17 Temmuz'da Karadeniz Tahıl Koridoru Anlaşması'ndan çekilme kararının ardından Ukrayna'da savaşın şiddetinin arttığı konusunda uyarıda bulundu.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî Rûsya 17ê Tîrmehê ji peymana Korîdora Zad vekişiyaye, tundiya şerê li Ukraynayê zêde bûye.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY yê ji Karûbarên Avakirina Aştiyê û Siyasî berpirs Rosemary DiCarlo di civîna agahdariyê de, got ku şerê Ukrayna-Rûsyayê Şertê NY binpê kiriye û niha di demeke nêzîk de bidawîbûna şer xuya nake.
DiCarlo, diyar kir ku ji bo aştiyeke dadwerane û berdewamî ew dê di piştevaniya hemû hewldanên watedar de berdewam bin.
Herwiha berpirsê NY da zanîn ku piştî vekişîna Rûsyayê ji peymana Korîdora Zad a deryaya Reş tundiya şer zêdetir bûye û ji ber zêdebûna rageşiyê gef li ser seyruseferên ketiyên li Deryaya Reş çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin