Kes mudaxeleya tankêrên Îranê nekir

Kes mudaxeleya tankêrên Îranê nekir

PeyamaKurd- 5 tankêrên petrolê yên Îranê berê xwe dabûn Venezuelayê da petrola xwe bifroşin wan lê Amerîkayê keştiyên şer şandibû pêşiya wan. Ecêbe heya niha ti mudaxele nehatiye kirin û 2 tankêr gihane Venezuelayê. Venezuela xwe amade dike da wan tankêran vala bike û tankêra sêyem hindik maye ku bigihê Venezuelayê.

Li gor ragihandina Platforma Analîza Malî Refinitiv Eikonê; tankêra Îranê ya bi navê Petunia, Okyanûsa Atlasê derbas kir û roja duşemê giha Derya Karayîbê. Her dû keştiyên din yên bi navên Fortune û Forest di heman rêyê de diçin. Tankêra bi navê Fortune ji aliyê wezîrê petrolê yê Venzuelayê Tareck El Aissami de hat pêşwazîkirin. Aissami bi sedema ku krîza petrolê li cem wan heye, bo desteka Îranê sipasiya xwe kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin