PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da û bang li raya gişti kir: "Li her derê dengê xwe bilind bikin. Jiyanê rawestînin.”
Piştî ku doh Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser 3 şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê yên bakurê Kurdistanê û li şûna şaredarên hilbijartî parêzgarên wan bajaran wekî qeyûm tayîn kir, bertek û nerazîbûn didomin.
HDPê xwest îro çalakiyeke girseyî li ber avahiya şaredariya Diyarbekirê lidar bixe, lê ji aliyê hêzên emnî ve hatin asteng kirin û wekî doh dîsa rastî mudaxeleyên polîsan hatin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ku li Diyarbekirê bû, dema nehiştina daxuyaniya çapemeniyê li kuçeyeke Diyarbekirê daxuyanî dan rojnamevanan.
Temellî bangewaziya rawestandina jiyanê li xelkê Diyarbekirê û bajarên qeyûm hatine tayînkirin kir û got: "Li her deverê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me têkoşîna mafdariyê ye. Li paşeroja xwe, li îradeya xwe bibin xwedî. Mîna doh îro jî em daketine qadan. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê vî welatî teqez azad bikin, em ê teqez bi ser bikevin."
Di aloziya ku bi mudaxeleya polîsan rû da de, parlamentara HDPê Ayşe Acar Başaran birîndar bû û ew rakirin nexwexşanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin