Tîma futbolê Bayer Munich di çarçoveya Kûpaya Federasyonê ya Almanyayê de bû mêvanê Paderborn û ew bi encama 6-0 bir û derket nîvfînalê.
Bayer Munich di çaryekfînala Kûpaya Federasyonê ya Almanyayê de bû mêvanê tîma Paderbornê ya ji Lîga 3emîn.
Tîma Munichê di xuleka 20emîn de bi gola Kingsley Coman 1-0 pêş ket û piştî 5 xulekên din bi gola Robert Lewandowski encam bû 2-0.
Di xuleka 42emîn de Joshua Kimmich golek tomar kir û dewreya yekemîn bi encama 3-0 bidawî bû.
Tîma mêvan di dewreya duyemîn de jî lîstika xwe ya baş berdewam kir û di xuleka 55emîn de bi gola Corentin Tolisso, di xuleka 86 û 89emîn de jî bi golên Arjen Robben pêşbirk bi encama 6-0 bi dawî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin