Agir bi depoyeka xorakê ya li bajarê Kelarê ket

Agir bi depoyeka xorakê ya li bajarê Kelarê ket

PeyamaKurd – Agir bi depoyeka xorakê ya li bajarê Kelar yê Herêma Kurdistanê ket û depo şewitî .

Li gor berpirsê navenda berevaniya sivîl li Kelarê Îbrahîm Mihemed diyar kiriye, îro li Kelarê agir ji ber lektirîkê bi depoyeka xorakê ket û şewitî.

Herwiha Îbrahîm Mihemed da zanîn, ziyanek mezin gihîşt depoyê. Çi tê de hebû, hemû şewitî.

Berpirsê navenda berevaniya sivîl ya Kelarê destnîşan kiriye, tîmên vemirandina agir, agir zû vemirandin û nehîştin agir derbasî mal û xaniyên derdora depoyê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin