Endonezya bi erdhejeke tund a pileya 7,3yan hejiya

Endonezya bi erdhejeke tund a pileya 7,3yan hejiya

PeyamaKurd - Li eyaleta Maluku ya welatê Endoznezyayê, bi tundiya pileya rîxter a 7,3an erdhejeke tund çêbû.

Rêveberiya Meteorlojî, Keşûhewa û Jeofîzîk a Endonezyayê derbarê wê erdheja ku îro danê êvarê rû daye de ragihand, li 180 kîlometre bakurê rojavayê navçeya Tengara Barat li eyaleta Maluku erdhejeke bi tundiya 7,3an çêbûye di kûrahiya 133 kîlometran a erdzemînê rû daye.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn ku hîn nayê zanîn bê di encama wê erdhejê de ziyaneke canî û madî çêbûye yan na.

28ê Îlona 2018an jî li Endonezyayê erdhejeke bi tundiya 7,5an rû dabû û di encamê de 4 hezar û 340 kesan can dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin