Almanya nikaribû hemwelatiyên xwe ji Sûdanê derxe

Almanya nikaribû hemwelatiyên xwe ji Sûdanê derxe

PeyamaKurd – Bi sedema şerê navxweyî yê li Sûdanê xebata ku Almanya hemwelatiyên xwe derdixist derveyê Sûdanê, nîvco hişt. Li gor ragihandina kovara Spiegelê; artêşa Almanya xwestiye bi operasyonekî xef, xwestiye ji 150an zêdetir hemwelatiyên xwe, bi balafiran ji Hartûmê derxe lê operasyona Almanya nîvco maye. Sedema serneketina Almanya şerê li Hartûmê ye.

Di nûçeyê de hatiye ragihandin ku balafira neqliyê ya 3 A400M ya Almanya li Yûnanistanê benzîna xwe dagirtiye, masa krîzê ya Almanya ku ji artêşa Almanya û wezareta karên derve ya Almanya pêkhatiye, biryarê dane ku operasyonê rawestînin. Balafira neqliyê jî dageriyaye Almanya.

Ajansa Almanya ya nûçeyan ragihandiye ku wê Almanên li Sûdanê hilaniya, bibirina baregeha El Azrakê ya li Urdunê û ji wê derê bibirina Almanya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin