Qaymeqamê Kanî Masî: Ji ber serê PKK û Tirkiyê elektrîka gundê Hirorê qut bû

Qaymeqamê Kanî Masî: Ji ber serê PKK û Tirkiyê elektrîka gundê Hirorê qut bû

PeyamaKurd –  Qaymeqamê nehiya Kanî Masî ya bajarokê Amêdiyê diyar kir, ji ber şerê PKK û Tirkiyê elektrîka gundê Hirorê qut bû.

Qaymeqamê nehiya Kanî Masî ya Amêdiyê Serbest Sebrî diyar kir, îro topek li stûneke elektirîka gundê Hirorê ket û elektirîka gund qut bû û 80 malên gund di tariyê de man.

Herwiha Serbest Sebrî da zanîn, tîmên çêkirina elektirîkê îşev nikarin ji ber şer biçin gund, dê sibê qesta wir bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin