PeyamaKurd – Serokwezîrtiya Iraqê li ser normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re red kir û got:
“Fikra normalîzebûna bi Îsraîlê re ku avêtin holê qanûnî nîne, destûrî nînê û weka siyasî nayê qebûlkirin. Em, civîna ku li Hewlêrê ji aliye hinek mezinên eşîran de hatiye kirin û dibêjin bi Îsraîlê re têkiliyên xwe normal bikin, em civînên weha red dikin.”
Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de, ne daxwaza xelkê Iraqê lê fikra xwe ya şexsî gotine û tiştên weha ji ber ketiye berya hilbijartinên Iraqê, dixwazin dijberiya navbera mezheban kûr bikin. Di daxwuyaniyê de weha dewam dike:
“Hukumeta Iraqê li ser fikra dîrokî ya ku ‘doza adil ya Fîlîstînê, divê payîtexta Fîlîstînê Qudus be, êrîşên Siyonîst rawestin’ li ser vê qaîdeya dîrokiye û fikra xwe berê aşkera kiriye.”
Do, li Hêwlêrê hinek mezinên eşîran civiyane ku di civînê de gotine ku divê Iraq têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin