PeyamaKurd – Li Afrîka li Komara Demokratîk ya Kongoyê, li eyaleta Itûriyê di êrîşa grûba bi navê ‘Hêzên Hevpar yên Demokratîk’ (ADF) ê de, 20 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. ADF, bi taybetî li rojhilatê Kongoyê xebat û êrîşên wan zêde ne û ji sala 2014 an heya niha di nav tevgerê de ne.
Sînorê Kongo ji aliyê rojhilat de li ser sînorê Rûanda, Ûgnada û Bûrûndiyê ye. Grûbên çekdar bi sedema li wê sehayê zêr û kobalt dertên, dixwazin desthilata xwe li ser sehayê deynin û lewra dibe meydana êrîşan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin