PeyamaKurd- Serokwezîrê Malezyayê Mahathir Muhammed bo Awrûpayê got; eger ew astengiyê deynin ber firotina dohnê palmê bo Awrûpayê, wê Malezya balafiran ji Yekîtiya Awrûpayê nekire û ji Rûsyayê bikire. Mahathir di zîrwe ya ASEAN ê de, li ser mijarê axifî û got ku nûfûsa ASEANê 650 mîlyone û dikare nûfûs û potansiyela aboriya xwe bikarbîne. Mahathir di zîrweyê de weha got:
“Eger hun nehêlin em dohnê palm bişînin welatê we û hun miqdarê kêm bikin, em ê jî kirîna xwe ji we kêm bikin. Ne balafirên we lê em ê yên Rûsyaye bikirin. Em şerê bazirganiyê naxawazin. Lê ger ew tiştên nexweş bo me bikin, divê me jî zanibin xerab bibin. Divê em weka Trump bikin. Ew bi xwe zilamekî xweş nîne lê carna tiştên weha dike. Divê em jî jê hînê tiştan bibin.”
% 90 ê dohnê palmê hilberîna wê Malezya û Endonezya girtine ser xwe û demeka dirêje biryara Awrûpayê ya astengkirina dohnê palmê ku ji aliyê Awrûpa de hatiye astengkirin, protesto dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin