Îran: Siûdî dest danî ser kestiya me ya petrolê

Îran: Siûdî dest danî ser kestiya me ya petrolê

PeyamaKurd – Çavkaniyên medya Îranê ragihandin ku keştiyeke Îranê ya tankera petrolê ku ji ber xerabûna motorê di nav deryayê da asê mabû, ji aliyê hêzên Erebistana Siûdî ve hatiye desteserkirin.

Li gor nûçeyan keştiya petrolê ya Îranê du meh berê xera bûye û li dor bendergeha Cîde ya Erebistanê asê maye ku bo derketinê rûhset nayê dayîn.

Hat diyarkirin ku mesrefa rojane ya mayîna wê tankera petrolê li bendergeha Siûdî, 200 hezar dolar e.

Wezîrê Neftê yê Îranê ji Kompaniya Petrolê ya Netewî daxwaz kir, hewl bidin ku wê keştiyê vegerînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin