PeyamaKurd - Berpirsekekî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragihand ku artêşa Frensa û ya Amerîkayê li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê, bingeheke serbazî ya nû ava dikin.
Di wê çarçoveyê de, çalakvanên bajarê Minbicê li ser torên civakî çend vîdeo belav kirine ku liv û tevgerên hêzên Frensî û Amerîkî têde diyar dibin.
Bi gotina wî berpirsê HSDê, damezirandina wê bingeha nû li Minbicê, bi mebesta parastina wê navçeyê ji terorîstan û gefên derve ye.
Ew bingeha serbazî dikeve bakurê hêla bergiriyê li Minbicê.
Niha bingeheke din ya hêzên Amerîkî li rojavayê Minbicê heye û bi awayekî berdewam, hêzên Amerîkî çavdêriya rewşa ewlehiya bajar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin