5 saredar bi piskê hatin hilbijartin!

5 saredar bi piskê hatin hilbijartin!

PeyamaKurd – Li welatê Îspanyayê, li 5 deverên hilbijartinên herêmê namzedên şaredariyan ji ber ku heman deng wergirtibûn, bi rêya pişkê şaredar hatin hilbijartin.

Di hilbijartinên herêmî yên Îspanyayê de, li 5 deverên ku xwedî serjimariyên navbera 550 û 2 hezar kesan bûn, namzedên şaredariyan heman deng wergirtin.

Ji ber ku dengên wan wek hev bûn jî ji bo diyarkirina şaredarê nû pişk hate kişandin û bi vî awayî şaredarên nû hatin hilbijartin.

Şaredarên ku bi pişkê hatine hilbijartin wê heyama 4 salan li ser peywirê bin.

Serokwezîrê Îspanyayê Petro Sanchez ragihandibû ku dê hilbijartin salekê zûtir ango li 23yê Tîrmeha 2023yan bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin