APIKURê banga danûstandinên sê alî kir

APIKURê banga danûstandinên sê alî kir

PeyamaKurd – Komeleya Pîşesaziya Neftê ya Kurdistanê (APIKUR) ragihand ku hin raportên ku derbarê boriya neftê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatine belavkirin, bi xeletî kompaniyên neftê yên navneteweyî tawanbar dikin.

Di daxuyaniya APIKURê de wiha hate gotin: "Kompaniyên endamên APIKURê di wê baweriyê de ne ku ji bo peydakirina çareseriyeke ku sûdê li her kesî bike, diyaloga sê alî a navbera Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên navneteweyî yên hilberînerên neftê pêwîst e.”

Di daxuyaniyê de APIKURê da zanîn ku di hemû nûçeyên di derbarê mijarê de tê gotin ku kompanyayên navneteweyî yên hiberînerên neftê bi hendaze tevnegeriyane û bûne sedema berdewamiya nîqaşa rawestandina henardekirina neftê ya xeta navbera Iraq û Tirkiyeyê û ev nûçe derewand.

Hat tekezkirin ku ji 7 û 9ê Kanûnê heta niha, di navbera kompaniyên nevneteweyî û Hikûmeta Herêma Kurdistan û nûnerên Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ti hevdîtinên hevbeş ên di derbarê destpêkirina henardekirina neftê de pêk nehatine.

APIKURê herwiha bi şertê ku dayîna rasterast a mafê henardekirina berê û siberojê bê garantîkirin, amadebûna xwe ya ji bo rêkeftineke di derbarê lêvegerîna henardekirina neftê destnîşan kir.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin