PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişa Ûkraynayê ya li dijî Santrala Nukleer a Zaporozhye de diyar kir ku wê Rûsya li ser vê hêrişê li benda bersiveke yasayî be û got: “Hovê Ûkraynayê ku ji aliyê welatên rojava ve hatiye adan û derketiye qada cîhanê.
Zaxarova di daxuyaniyê de ragihand ku wê mîsyonên Rûsyayê yên li Ajansa Ûzeya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember bûyera Santrala Nukleerî ya Zaporozhye, li benda bersiveke yasayî ya navneteweyî bin.
Zaxarova hebûna pisporên IAEAyê yên li Zaporozhye bi bîr xist û diyar kir ku Rûsyayê hê ji IAEAyê di derbarê bûyerê de nirxandinên zelal nebihîstiye.
Zaharova destnîşan kir ku wê Rûsya vê bûyerê bişopîne û wiha got:
“Rûsya bicihbûna pisporên IAEAyê ya li wê derê pebûl kir. Bi vî awayî wê dikaribûna her tiştê ku di derbarê santralê de diqewime ji hundur ve tomar bikin. Ji ber vê yekê ew ê di nirxandina vê rewşê de bibin garantiya bêalîbûn û têrtêgihîştinê. Bi vî awayî wê li Viyayayê rûnenên û di derbarê tiştên ku nedidîtin û nedibihîstin de axaftinên xwe nedomînin. Ew êdî ne li Viyanayê, rasterast li wir rûniştine, lê belê em hê jî nirxandinên zelal ji vê ajansa NY nabihîzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin