PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Koşka Sipî Jake Sullivan, ragihand ku dê di nêz de wê di rêya Qatar û Misrê de ji bo muzakere û agirbesa li Xezzayê bi rêvebirên Hamasê re hevdîtin bike.
Navbeynkar û Amerîka ji bo Hamas şertên peymana serokê Amerîkayê Joe Biden yên ji bo Hamasê pêşniyar kiribû qebûl bike, zorê didin Hamasê. Biden xwestibû di babetên hevpar de her dû teref li hev bikin. Sullivan got berteka Hamasê ya ji bo planê Biden ji nêz de dişopînin û weha dewam kir:
“Em difikirin ku dikarin hinek sererastkirinan îdare bikin. Hinek kes hem bi plana Biden re û biryarên NY re ne li hevin. Em mecbûrin bi van ratsiyan re rû bi rû bibin. Ez bawerim ji bo lihevkirinê hê jî rêyekî heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin