PeyamaKurd – Balyozê Fransayê li Iraqê Éric Chevalier biryara Serok Mesûd Barzanî ya pêşkêşkirina Baregeha Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo zanîngeha Kerkûkê bilind nirxand.
Îro 28.10.2023 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Chevalier kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî ya di hevdîtinê de hat diyarkirin ku Chevalier silavên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron gihandiye Serok Mesûd Barzanî û di derbarê rewşa siyasî ya herêmê, pêşhatên dawî û îmkan û metirsiyên qonaxa bê de nêrînên xwe hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Balyozê Fransa li Iraqê biryara Serok Barzanî ya pêşkêşkirina Baregeha Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê bo zanîngeha Kerkûkê ji bo aramkirina rewşê bilind nirxand û ew biryar bi aqilane nirxand.
Mijareke din a hevdîtinê jî pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bû û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin